Xwe jibo serokatiya Misrê kandîd dike
Li ser laperê xwe li tora civakî Twitterê, Sumeye Xeşab ragihand: Min biryar da weku yekem jina Misrî ez xwe bo serokayetiya Misrê kandîd bikim.
Amaje bi wê jî daye ku plana wê bo avadanîkirina Misrê û bilindkirina asta zanistiya welatiyan û nehêştina bêkariyê heye.
Sumeye Xeşab got jî: Niha dema wê ye ku jina Misrî mafê xwe bi temamî werbigre û postên bilind bi dest xwe ve bîne ku heya niha ji aliyê zilaan ve dihate birêvebirinê, divê wekheviya navbera jin û zilaman de bi rastî were cî.
Xeşab teqez li wê yekê jî dike ku pêgeha wê ya cemawerî li Misrê bihêze û ew yek jî dihêle ku di hilbijartinekî paqij û bê sextekarî de biserkeve.
Xendan
