• Thursday, 12 February 2026
logo

Hêzên Itîlatê 2 kasibkarên Kurd li Serdeştê kuşt

Gulan Media November 10, 2013 Nûçe
Hêzên Itîlatê 2 kasibkarên Kurd li Serdeştê kuşt
Li gor nûçeyek Ajansa Firat News şeva bûrî li ser rêya Serdeşt - Rebet hêzên Itîlata Îranê kesek bi navê Zanyar Xidir Axa û kesekî ku xelkê Xawremîr yê ser bi bajarê Serdeşt e destdirêjiya guleyan li wî kirin ku di encam de jiyana xwe ji dest dan û kesekî din jî birîndar bûye.

Hêjayî gotinê ye ku helmeta bidarvekirin, kuştin û tundûtîjiyên Îranê li Rojhelatê Kurdistanê her diçe zêdetir dibe ku di çend rojên bûrî de 3 çalakvanên Kurd yê bi navên Hebîbula Hulperî,Reza Ismaîlî û Şêrko Merîfî li zîndanên Îranê hatin bidarvekirin û di dema niha de metirsiya bi darvekirina bi dehan ciwan û çalakvanên Kurd yên di zîndanên Îranê de di rojevê de ye.
Top