• Thursday, 12 February 2026
logo

‘Hevkariya Hewlêr û Enqerê di warê petrol û enerjiyê de dîrokî ye’

Gulan Media November 9, 2013 Nûçe
‘Hevkariya Hewlêr û Enqerê di warê petrol û enerjiyê de dîrokî ye’
Hinek parlamenterên Brîtanya ji pêşveçûna pêwendiyên aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di warê enerjî û petrolê de dikin û vê yekê wek “bûyerek dîrokî” dibînin.

Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ku kopiyek ji Rûdawê re hatiye şandin, daye zanîn ku hinek endamên ParlamentoyaBrîtanya di nameyekê de pêşwazî li pêşveçûna pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê di warê petrol û enerjiyê de dikin û çêkirina boriya hinartina petrolê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de wek “bûyerek dîrokî” dibînin.

Li gorî nameyê ku ji aliyê parlamenterê bi navê Robert Halfon ku endamê Partiya Muhafezekar û dostê kevin ê Herêma Kurdistanê ye, hatiye nivîsandin û tê de hatiye gotin ku pêşketina pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê nîşana serkeftina xebatên dîplomatîk e ji ber ku êdî Tirkiye wisa hizir nake ku serxwebûna aborî ya Herêma Kurdistanê bibe sedema wê ku Hewlêr ji Bexdayê veqete çimkî Iraq bi giştî sûdê ji vê yekê dibîne.

Robert Halfon di beşek din a nameya xwe de Herêma Kurdistanê wek “herêmek xweser” dide nasîn û wiha dibêje: “Herêma xweser a Kurdistanê bi Tirkiyê re li ser çêkirina boriya hinartina petrolê bo bazarên cîhanê rêkeftin kiriye û ev jî dibe sedema wê ku Herêma Kurdistanê bikaribe rojane 2 milyon bermîl petrol di rojekê de hinarde bike her wiha rojane 10 milyar kûp gaza sirûştî bifroşe Tirkiyê”.

Rudaw
Top