• Thursday, 12 February 2026
logo

EGRKê xwe ji ragihandina rêveberiya demî re amade dike

Gulan Media November 9, 2013 Nûçe
EGRKê xwe ji ragihandina rêveberiya demî re amade dike
Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ku PYDê jî di nav de cî digire, ev demeke bi partiyên Kurd, Ereb û Aşûriyan hevdîtin û civînan pêk tîne wek amadekariyekê ji bo avakirina rêveberiyeke demkî li Rojavayê Kurdistanê.

Ev rêvebrî wek di porjeya ku PYDê amade kiriye, ji bo rêvebirina karûbarên xelkê û peydakirina pêwîstiyên wan li navçeyên Kurdan ên ku rejîm jê vekişiyaye û ketine bin kontrola YPGê bê avakirin.

Derbarê avakirina rêveberiyê de, Hevserokê EGRKê Ebdilselam Ehmed destnîşan kir ku amadekariyên rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê gihaştine asta dawî û ew hêvîdarin ku dê ev kar di demeke kurt de bi encam bibe.

Ebdilselam Ehmed ji ANFê re diyar kir ku di encama hevdîtinên di navbera EGRKê û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de, her du encumenan derbarê projeya avakirina rêveberiya demî de lihevkirin.

Ehmed got “Li ser vê yekê ji herdu encumenan komîte hatin avakirin û bi pêkhateyên din ên Rojavaya Kurdistanê re hevdîtin hatin kirin. Di encama wan hevdîtinan de hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê dabûn diyar kirin ku rêveberiya demî girînge û divê were avakirin”.

Derbarê vê mijarê de, endamê Sekreteriya Giştî ya ENKSê Mistefa Oso ji Rûdawê re ragihand ku wan wek ENKSê komîteyek hevpar digel EGRKê ava kiriye ji bo ku bi pêkhateyên din ên Rojavayê Kurdistanê re danûstandinan bikin.

Oso bal kişand ku karên komîteya wan berdewam in û di 22yê vê mehê de ENKSê wê biryara xwe ya dawî derbarê avakirina rêveberiya demî de bide.

Di 7ê vê mehê de, civînek li bajarê Qamişlo di navbera PYDê û çend partî û aliyên siyasî yên Kurd, Ereb û Aşûrî de hat lidarxistin ji bo gotûbêjkirina pirsa avakirina rêveberiya demî. Ji ENKSê, partiyên “Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), Partiya Çep a Demokrat a Kurd û Partiya Çep a Kurd li Sûriyê beşdar bûn.

Derbarê tevlîbûna her sê partiyan bi tena xwe de, Hevserokê EGRKê Ebdilselam Ehmed got “Em dixwazin hemû hêzên siyasî çi biçûk çi mezin, di nava rêveberiya demî de cih bigirin. Lê ger hinek hêz nexwazin cih bigrin jî dikarin rola opozîsyonê bibînîn”.

Ehmed hin partiyên Yekîtiya Siyasî ku el-Partî, Partiya Yekîtî ya Kurdistanê û her du partiyên Azadî di nav de cî digrin bi wê yekê tometbar kirin ku naxwazin rêveberiya demî li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin.

Rudaw
Top