Îxwanên Sûriyê partiyeke nû ava dikin
Berpirsê giştî yê berê yê Îxwan Muslimînên Sûriyê Elî Sedredîn Biyanûnî ji rojnameya el-Şerq el-Ewset re ragihand ku partiya nû wê roja sêşemê bi awayekî fermî li bajarê Stenbolê li Tirkiyê bê ragihandin.
Biyanûnî aşkere kir ku partiya nû wê bi serokatiya D. Mihemed Welîd be.
Mihemd Welîd ku diktorê çavane, bi eslê xwe xelkê parêzgeha Laziqiye ye.
Biyanûnî aşkere kir ku wek cara yekê di dîroka Îxwan Muslimînên Sûriyê de, kesatiyeke Xristyan wek Cîgirê Serokê partiyê hat destnîşankirin.
Çavkaniyên di nava Îxwanên Sûriyê de bal dikişînin ku kesatiye xristyanî Nebîl Qisîs dê posta Cîgirê Serokê partiya nû werbigire. Her wiha wê di nava desteya rêveber a partiyê de kesatiyên Xristyan, Elewî û Kurd jî cî bigirin.
Biyanûnî her wiha got “Desteya damezirêner a partiyê lihevkirine ku sê yekê endamên partiyê ji endamên Îxwan Muslimîn, sê yek jî îslamî û sê yekê din jî ji kesatiyên niştimanperwer û lîbral bin”.
Bi gotina Biyanûnî, partiya nû wê partiyeke niştimanî lîbral be û li ber hemû beşên civakê vekirî be, lê lêvegera wê di îslamî be.
Li gor daxuyaniya ku Îxwan Muslimîn belav kiriye, partiya nû dê kar ji bo bicihanîna sîstema parlamentoyî li Sûriyê bike.
Kongreya damezirêner a Partiya Niştimanî ya Dad û Desûtrê di meha hezîranê ya borî de bi beşdariya zêdetirî 100 kesatiyên siyasî yên Sûriyê hat lidarxistin.
Di kongreyê de, serokê, cîgirê serok, sekreterê giştî û desteya rêveber a ku ji 11 endaman pêk tê hatin hilbijartin.
