• Thursday, 12 February 2026
logo

ENKSê daxistina ala Kurdistanê li Hesekê şermezar kir

Gulan Media November 8, 2013 Nûçe
ENKSê daxistina ala Kurdistanê li Hesekê şermezar kir
Şaxê Hesekê yê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) guhartina navê Meydana Ebilrehman Alûcî li bajarê Hesekê û daxistina ala Kurdistanê li wê meydanê ji aliyê YPGê ve şermezar kir.

Di destpêka vê mehê de, şervanên YPGê yên girêdayî PYDê navê Meydana Ebdilrehman Alûcî li taxa Miftî ya Hesekê guhartin û kirin “Meydana Şehîd Serhed”.

YPGê piştre ala Kurdistanê ya ku di nava Meydanê de hatibû bilindkirin anîn xwar û ala xwe li şûna wê danîn.

Şaxê bajarê Hesekê yê ENKSê derbarê guhartina navê meydanê û daxistina ala Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye diyarkirin: “Di demekê de çavê gelê me yê Kurd li Sûriyê li her du encumenên Kurdî ye ji bo ku Kurd bi yek helwestê tevlî kongreya Cenêv2 bibin, YPGê ku baskê leşkerî yê PYDê karên wiha dike ku gelê Kurd li bajarê Hesekê li hemberî wan matmayî dimîne”.

ENKSê dipirse “ev kar xizmeta kî dike?” û di berdewamiya daxuyaniyê de wiha dibêje: “Em wek encumena navxweyî ya ENKSê li bajarê Hesekê van karên wiha yên ne berpirsyar şermezar dikin”.

ENKSê diyar kir ku guhartina navê meydanê û daxistina ala Kurdistanê ji aliyê YPGê ve xizmeta yekîtiya Kurdan nake.
Top