Daxwaza rawestandina darve kirina Kurdan ji Îranê tê kirin
Piştî destpê kirina pêla darde kirina ciwan û çalakvanên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve yekîtiya zanayên olî ya Kurdistanê îro bi fermî daxwaznameyek pêşkêşî berpirsên rejîma Îranê kir û daxwaz ji hikûmeta Îranê kir daku, darde kirina ciwan û çalakvanên Kurd rawestîne.
Ew çend roje ku, Kurd li Başûrê Kurdistanê, Bakûrê Kurdistanê û li Ewrûpayê jî li dijî darde kirina ciwanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve dest bi xwepîşandanan kirine.
Hate zanîn ku, rewşa çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê weke Merîwan û Sine jiber xwepîşandanan aloz bûye û hêzên ewlekarî yên Îranê di nava amadebaşî dene û derfetê nadin xelkê hatuçûya xwe ya rojane bike.
