• Thursday, 12 February 2026
logo

PDKê Nêçîrvan Barzanî weke kandîdê xwe bo serokwezîrtîya kabîneya heştem diyar kir

Gulan Media November 8, 2013 Nûçe
PDKê Nêçîrvan Barzanî weke kandîdê xwe bo serokwezîrtîya kabîneya heştem diyar kir
Duh encûmena serkirdatîya partîya demokrata Kurdistanê li Hewlêêr civîya û Nêçîrvan Barzanî weke kandîdê PDKê bo posta serokwezîrtîya kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir.


Li gor zanyarîyan, Duh pêncşembe encûmena serkirdatîya PDKê li hawînewara Pîrmam (Selahedîn) a Hewlêrê kom bû û di civînê de kanndîdê xwe bo posta serokayetîya kabîneya nû ya hikûmetê diyar kir.

Piştî tewawbûna kombûnê jî, Ceifer Êminkî peyvdarê fermîyê PDKê di konfranseke rojnamevanî de ragihand, ku encûmena serkirdatîyê bi koma deng Nêçîrvan Barzabî bo serokatya kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê kandîd kir.

Êminkî herwis agot:´´ bo danûstandin li gel alîyê siyasî li ser mijara pêkanîna hikûmetê, PDK şandek bi serokayetîya Nêçîrvan Barzanî pêk anîye.´´

Li gor zanyarîyan, di kombûna îro ya encûmena serkirdatîya PDK, xêncî Nêçîrvan Barzanî ti kesê din xwe bo posta serokwezîrtîyê kandîd nekir.
- See more at: http://peyamner.com/kurdi/PNAnews.aspx?ID=324597#sthash.lRn799Az.dpuf
Top