• Thursday, 12 February 2026
logo

‘Hinek berpirsên iraqî xwestine li dijî Malikî kûdetayê bikin’

Gulan Media November 8, 2013 Nûçe
‘Hinek berpirsên iraqî xwestine li dijî Malikî kûdetayê bikin’
Encumena Bilind a Îslamî ya Iraqê, ku pêkhateyeke şîe ya Iraqê ye, îdia kir ku 35 berpirên Wezareta Karên Navxwe ya Iraqê bi tohmeta plana kûdetayê li dijî Serokwezîr Nûrî Malikî hatine girtin.

Li gorî nûçeyeke beşa farsî ya malpera fermî ya Encumena Bilind a Îslamî ya Iraqê, jêderekî ji Wezareta Karên Navxwe ya Iraqê ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin ragihandiye ku di heyama çend rojên borî de hinek berpirsên iraqî xwestine li dijî Nûrî Malikî kûdetayê bikin û wî ji desthilatê bavêjin.

Wî jêderî her wiha diyar kiriye ku plana wan kesan ji aliyê tîmên dijî terorê ve hatiye pûçkirin û 35 kes ji jî bi tohmeta vê yekê hatine girtin.

Di nûçeyê de hatiye gotin ew kesên ku xwestine kûdetayê bikin têkiliya wan bi partiya bi navê “El Ûde” ya iraqî re hebûye û xwestine bi vê yekê cardin partiya Beis zindî bikin.

Heta niha ti daxuyaniyeke fermî li ser vê mijarê nehatiye dayîn.

Rudaw
Top