Li Sûriyê 6.3 milyon kes koçkirine
Jens Laerke, di civîna çapemeniyê ya ku li nûsîngeha xwe li Cinêvê hat kirin de got: "6.3 milyon kesên ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji welat koçkirine û bi tevahî 9.3 milyon Sûrî jî mihtacê alîkariya NY û rêxistinên mirovahiyê ne."
Laerke rewşa li Sûriyê bi karesat binav kir, ji ber ku pirsgirêkên Sûriyeyê yên siyasî nayên çareserkirin dibe ku di pêşerojê de hejmara mihtacan jî zêdetir bibe.
Jens Laerke diyar kir ku li Sûriyeyê alîkarî kirin karekî hêsan nîne, lê ew ji serê salê vir ve, di nav şert û mercên dijwar de alîkarî dane 2.3 milyon mirovî.
Di dawiya axaftina xwe Laerke da zanîn ku ji bo alîkariya mirovahî pêdiviya wan bi 1.4 milyar dolaran heye, lê ew niha dikarin ji sedî 57.2ê vî pereyî peyda bikin.
Xendan
