• Thursday, 12 February 2026
logo

Serkevtinên giringên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê li hember DAIŞê

Gulan Media November 5, 2013 Nûçe
Serkevtinên giringên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê li hember DAIŞê
Hêzên Şerkerên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê di çend rojên bihorî de di şerê li gel koma terorîstîya DAIŞê de karîne serkevtinên mezin bi dest ve bihînin û 20 hundên derdora baajrê Stratejîkê Serêkanîyê yê ser sînorê Tirkiyeyê rizgar kirine.


Li gor rêkxistina çavdêrîya mafên mirov a Surî, şerkerên Kurd bi şêweyeke tewaw karîne armancên xwe bi dest bihînin û dest bi ser gundên derdora Serêkanîyê de bigrin û rêya navbera Serêkanî û Tirbesipî û rêya berev Hesekê ve kontrol bikin.

Li gor malperên xeberîyên nêzîk ji Partîya Yekîtîya Demokratîk jî, yekîneyên parastina gel (YPG) baskê serbazîyê PYDê îro sêşmebe karîne paş şer û pevşûneke tund li gel çekdarên Cebheya Elnuser û rêkxistina Dewleta Îslamîya Iraq û şamê naskirî bi DAIŞê, bajarokê Tilxelef a bi dûrîya 4 kîlometran ji Serêkanîyê û herêma Esfer Necar û 20 gundên derdora Serêkanîyê rizgar bikin.

Li gor jêderên xeberîyên nêzîk ji PYDê, ew naweçeyên han di operasiyona YPGê ya bi navê ´´tolhidana şehêdên Serêkanîyê´´ ji terorîstên DAIŞê û Cebheya Elnusre yên ser bi Elqaîde ve hatine rizgarkirin. Li gor zanyarîyan di ewan pevçûnan de 17 endamên komên terorîst hatine kuştin û 3 endamên YPGê jî giyanê xwe ji dest dane.


Serkevtinên hêzên çekdarên Rojavayê Kurdistanê yên naskirî bi yekîneyên parastina gel (YPG) piştî ewê çendê dihêt, ku du heftî berî niha wan di operasioyoneke berfireh û serkevtî de karîbû nawçeya Tilkoçer û derwazeya sînorî ya wê ya li ser sînorê Iraqê ji destê hêzên rêkxistina terorîstîya Dewleta Îslamîya Iraq û şamê (DAIŞ)ê rizgar bikin û nawçeyê bi tewawî kontrol bikin.

Li gor çavdêrên rewşa Surîyê , niha Kurdên Rojavayê Kurdistanê desthilateke berfirehtir a xwe bi ser nawçeyên Rojavayê Kurdistanê de sepandine ku nawçeyeke bi çandinî û jêderên avê û nefta xwe dewlemende.
Top