• Thursday, 12 February 2026
logo

Parlemterên Kurdên Îzidî li dijî qanûna hilbijartinên Iraqê sikalayên xwe birine dadgeha federalî

Gulan Media November 5, 2013 Nûçe
Parlemterên Kurdên Îzidî li dijî qanûna hilbijartinên Iraqê sikalayên xwe birine dadgeha federalî
Parlemanterên Îzidî yên di parlemana Iraqa federal de li hember cîbicî nekirina daxwazên wan bo terxankirina kursîyên taybet bi Îzidîyan nîgeranîya xwe nîşan didin û sikalaya qanûnî dij bi qanûna hilbijartinan tomar kirine ku duh ji alîyê parlemnaa Iraqê ve hate pejirandin.


Parlemanter Vîyan Dexîl endama parlemana Iraqê ya ser bi fraksiyona Hevpeymanîya Kurdistanî ve ku kurdeka Îzidî ye, ji PNA re ragihand:´´ piştî ewê ku seroaktîya parlemanê û çend lîstên siyasî mafên Îzidîyan nedan ku me daxwaza zêdekirina rêjeya kursîyên xwe (Îzidî) kir, ewe jî ji ber zêdebûna rêjeya hevwelatîyên Îzidî, ew daxwaza me red kirin û me jî kombûn baykot kir.´´

Vîyan Dexîl herwisa got:´´ ji ber guh negirtin ji daxwaza me, me sikalaya qanûnî li dijî qanûna hilbijartinan li dadgeha federal tomar kir, çimku bi şêweyeke dadperwerane ew proje nehate pesendkirin û bi yek çav temaşayê fraksiyonên siyasî nehate kirin û eger ev qanûn pesend jî be, ewe dadgeha federalî dê red bike û hilbijartin nahê encamdan.´´
Top