• Thursday, 12 February 2026
logo

Rewşa Ayşa Gokkan gelek aloze

Gulan Media November 5, 2013 Nûçe
Rewşa Ayşa Gokkan gelek aloze
Seroka Şaredariya Nusêbînê 7 roje dest bi grevê kiriye û rewşa vê ya tendirustî nebaşe.

Zêdetir ji 7 rojane Seroka Şaredariya Nusêbînê Ayşa Gokkan li dijî çê kirina dîwaran di navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de li ser sînor dest bi grevê kiriye.

Her çend rewşa hawîrdor û demsalê jî sar û zeqem be lê Seroka Şaredariya Nusêbînê greva xwe di domîne û ragehandiye ku, heta dilopa dawîn ya xwîna xwe vê grevê bidomîne.

Ji aliyeke din ve jî hin alî û derdor serdana Ayşa Gokkan dikin û dibêjin rewşa vê ya tendirustî gelek aloze.
Top