• Thursday, 12 February 2026
logo

Heyeteke NY serdana Fermandariya Zirêvanî kir

Gulan Media November 4, 2013 Nûçe
Heyeteke NY serdana Fermandariya Zirêvanî kir
Heyeteke NY bi Serokatiya Berpirsê nivîsgeha hevkarî kirina Îraqê serdana Fermandariya hêzên Zirêvanî kir.

Îro heyeteke NY bi Serokatiya berpirsê nivîsgeha hevkarî kirina Îraqê ya NY serdana Fermandariya hêzên Zirêvanî kir û ji aliyê Fermandarê hêzên han Jeneral Ezîz Weyisî ve hate pêşwazîkirin.

Di destpêka civînê de heyeta NY spasiya hêzên Zirêvanî kir boku, karîne heta niha bi başî ewlekariya Kurdistan û derdorê biparêzin.

Heyeta NY behsa rola hêzên Zirêvanî di parastina ewlekariya Penaberên Sûriyayê jî kir û ew rola han bi roleke girîng û serkeftî wesif kir û destxweşiya hêzên Zirêvanî kir.
Top