• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî beşdarî di merasima pêşbirka otomobîlhajotina ´´formula-1´´ li Îmaratê de kir

Gulan Media November 4, 2013 Nûçe
Serok Barzanî beşdarî di merasima pêşbirka otomobîlhajotina ´´formula-1´´ li Îmaratê de kir
Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê ku di çarçoweya geşteke fermî ya bo derveyê welat de serdana Îmaratê kiriye, li gel çend serkirde û berpirsên welatên din li bajarê Ebûzebî ya paytextê Îmaratê beşdarî di pêşbirkêya mezina formula-1 de kir.


Li gor pêgeha xeberîya ´´24´´ a Îmaratî şeva şembîyê piştî ku Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê gihîjte Îmaratê, şêx Zar´i bin Zayid al Neyhan serokê civata cîbicîkara Îmareta Ebûzebî ji bo mêvanên beşdarbû di pêşbirka otomobîlhajotina ´´formula-1´´ merasimeke çîvxwarinê saz kir ku tê de Mesûd Barzanî serokê Heêrma Kurdistanê, hejmarek ji berpirsên pile bilindên Behrêynî û Misirî, Şahê Urdonê, sekreterê civata alîkarîya kendavê û kurê şahjina Danmarkê Jakîm Holîgir û hevjîna wî û hejmarek berpirsên Îmaratî û bîyanî aamde bûn.

Salane bi amadebûna çendîn serok û serkirde û berpirsên pile bilindên cîhanî û welatên erebî, li Ebûzebî ya paytextê Îmaretên Yekgirtîyên Erebî pêşbirka formula-1 birêve dice ku tê de xelatên buhadar bi serkevtîyan dihê dayîn.

Hêjayê gotinê ye, ku yek ji tîmên navdarê otomobîlhajotinê li Ispaniyayê tîmek bi nave ´´tîma Barzanî´´ ye ku di pêşbirkên navxweyê Ispaniya de di havîna sala bihorî de pileya yekeîmn bi dest xwe ve anî.
Top