• Thursday, 12 February 2026
logo

Kerkûk, êrişa terorîstên xwekuj bo ser binkekeye polîs û birîndarbûna Serhed Qadir

Gulan Media November 4, 2013 Nûçe
Kerkûk, êrişa terorîstên xwekuj bo ser binkekeye polîs û birîndarbûna Serhed Qadir
Îro terorîstan êriş kirine ser binkeya polîs a nahîyeya Riyaz a Kerkûkê û du terorîstên xwekuj xwe di nav binkeyê de teqandin ku li gor amarên seretayî çend kes hatine kujtin û çend kes birîndar bûne. Li gor zanyarîyan birêveberê polîsê qeza û nahîyeyên Kerkûkê Serhed Qadir jî di evê êrişa terorîstî de birîndar bûye.


Li gor zanyarîyan, îro terorîstan nêzîkî danê nîvro di çalakîyeke terorîstî de êrişî ser binkeya polîs a nahîyeya Riyaz a Kerkûkê kirine. Li gor zanyarîyan otomobîleke bombekirî ji alîyê terorîstan li nêzîkî binekya polîs dihê teqndin û piştî şere teqeyê, terrorist dest bi ser binkeya polîsê evê nahîyeya erebnişîn a başûrê rojavayê Kerkûkê de digrin.

Li gor zanyarîyên PNA ji Kerkûkê ve, piştî bûyerê hêzên lîwaya 46 a artêşa Iraqê ku piranîya wan Kurdin û herwiha hêzên ewlehî yên parêzgeha Kerkûkê berev cihê çalakîya terorîstan ve diçin û şer di navbera her du alîyan de dirust dibe. Di evê navberê de du terorîstên xwekuj xwe di nav binkeyê de diteqînin û di encam de kesek dihê kuştin û çend kes jî birîndar dibin.

Li gor zanyarîyan di encama şer de 2 terorîstên din ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hatine kuştin û hêzên ewlehîyê karîne binkeya polîs control bikin. Di kevana pevşûna navbera terorîstan û hêzên ewlehîyê û teqîna xwekujî de, Serhed Qadir birêveberê polîsê qeza û nahîyeyên Kerkûkê bi sivikî birîndar bûye.

Ewe çendîn care ku komên terorîstî hewl bo terorkirina Serhed Qadir dane ku hemû caran rastî şikestê hatine.
Top