Civata bilind ya hêlbirênerên Kurdistanê civiya
Îro li Hewlêrê bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî civata bilind ya hêlbirênerên Kurdistanê civiya.
Di civîna han de çendîn babet û mijarên teybet bi hêbirînê û kertên hêlbirînê li Kurdistanê de hatin nirxandin û behsa çawatiya çareser kirina kêşeyên heyî yên di wan waran de hate kirin.
Di beşeke din ya vê civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê dubare tekez li ser baştir û bilindtir kirina asta qelîteya berheman û ew projeyên ku, tên cîhbicîhkirin kir û got; Dibe di her warî de pîwerên standard werin cîhbicîhkirin û bi ti awayî derfet neyê dayîn daku, projeyek bêyî berçav derbaskirina standardên cîhanî were cîhbicîhkirin.
Bo vê yekê biryar hate dayîn daku, komîteyeke taybet bo lêkolîn kirin ser vê mijarê were damezrandin û di dema cîhbicîh kirina projeyên curbicur de wenêrînê bo wan pîweran bike.
