• Thursday, 12 February 2026
logo

Kerkûk, artêşa Iraqê zewîyên Kurdan dagîr dike

Gulan Media November 3, 2013 Nûçe
Kerkûk, artêşa Iraqê zewîyên Kurdan dagîr dike
Hêzên ser bi firqeya 12 a artêşa Iraqê beşek ji zewîyên çandinîyên akincîyên gundê Topiz-Ava ya li başûrê bajarê Kerkûkê bi mebesta damezrandina serbazgehekê dagîr kirine.


Jêderekê ji gundê Topiz-Ava ya Kerkûkê ji PNA re ragihand, ku hêzên ser bi firqeya 12 a artêşa Iraqê, pêştir dest bi bi textkirina zewîyên çandinî yên wan kiirye û akincîyên evî gundê Kurdnişîn jî bo dijayetîkirina ewê karê artêşa Iraqê, dest bi xwepêşandana nerazîbûnê kirine, lê hêzên artêşa Iraqê guh nedane akincîyên gund û li ser karên xwe berdewamin û zewîyên gund dagîr dikin.

Heman jêderî tekez jî kir, ku ew zewîyên çandinî take jêdera dahat û vejîna akincîyên gundê Topiz-Ava ne. Jêderê navhatî da xuyakirin, ku artêşa Iraqê li nawçeyên derdora Kerkûkê dijayetîya Kurdan dike û daxwaza helwêst ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navxweyîya Kerkûkê kir.
Top