Hêzên YPGê 2 gundên Serêkaniyê ji destê terorîstên îslamî rizgar kirin
Peyvdarê fermîyê ragihandina yekîneyên parastina gel (YPG) Rêdûr Xelîl ji malpera ANHA re ya ser bi partîya yekîtîya demokratîk (PYD) ve ragihandiye, ku hêzên wan gundê Esediyê ya 7 kîlometrî dikeve başûrê Serêkaniyê û piraniya şêniyên wê Kurdên Êzdîne û gundê Bîr Nûh rizgar kirine.
Herwiha hêzên YPG`ê gelek noqte û bendên komên çete yên DAIŞ'ê û mezreyên herêmê ku çeteyên DAIŞ'ê têde bûn xistine destê xwe.
Rêdûr Xelîl destnîşankir ku operasyona hêzên wan di çarçoveya berdewama pêngava yekem a "Opersyona şoreşgerî ya Şehîdên Serêkaniyê" pêk hatiye û di encamê de kuştî û birîndarên komên çete çêbûne.
Peyvdarê fermiyê ragihandina YPG, dazanîn ku çeteyên ji herêmê reviyane berê xwe dane gundê Til Xelef û Esfer Necar.
