• Thursday, 12 February 2026
logo

Hilweşandina planeke terorîstî li Kudistan

Gulan Media November 3, 2013 Nûçe
Hilweşandina planeke terorîstî li Kudistan
Civata asayîşa Kurdistanê ragehand ku, planeke terorîstî yaku, dixwest asayîşa Kurdistanê têk bide hatiye pûçkirin.

Welatiyên xweşewîst..

Bi çavvekirîbûna zarokên qehreman yên di nava hêzên ewlekarî û asayîşê de me karî planeke terorîstî yaku, ji aliyê terorîstan ve bo aloz kirina rewşa Kuristanê hatibû amadekirin pûç bikin.

Di rojên derbasbûyî de dezgeha parastin bi hevkariya hêzên asayîşê karîn du terorîstên ser bi tevgera terorîstiya dewleta îslamiya Îraq û Şamê binçav bikin ku, dixwestin êrîşî asayîşa Akreyê bikin.

Yekem terotîst kesekî Ereb û xelkê Sûriyayê ye û navê vî Qetîbe Ehmed Qasim Xigîbe yê bernas bi Ebû Qetade Elmuslêm, sala 1996an li taxê Hey soker li Helebê ji dayik bûye.

nav hatî ji aliyê tevgera terorîstiya dewleta Îraq û Şamê ve hatiye perwerdekirin û piştî çend meh perwerdekirinê li gel 9 terorîstên din derbasî Îraqê hatiye kirin.

Piştî mayîna yek me li Mûsilê, ji aliyê çend terorîstên din ve hatiye amadekirin li baregeha asayîşa Akrê ya ser bi parêzgeha Dihukê xwe biteqîne.

Piştî re bi hevkariya terorîsteke din serdana Akrê dike, lê ji aliyê hêzên asayîşê ve ew terorîsta ku, piştîneya bombekirî pêre bûye hatiye binçavkirin, pişt re jî di operasiyoneke taybet de terorîsta dudiyan jî hatiye girtin ku, navê vî Mêqdad Ebdulqadir nasir Xiçîr yê bernas bi Ebu Ebd ji dayikbûyê 1967 Mûsilê ye.

Her du terorîstên han ew yek îêtiraf kirine ku, xwestine karên terorîstî bikin, piştî lêpirsînan ew terorîstên han radestî dadgehê hatine kirin, hevdem ligel vê daxuyaniya han îfadeyên wan terorîstan jî belav dikin.

Em careke din ji tevahiya xelkê Kurdistanê re dibêjin ku, bi hevkariya xelk û pişt bi xwedê bi tevahiya hêza xwe li dijî teror û terorîstan radiwestîn û planên wan pûç dikin.
Civata asayîşa Kurdistanê.
Top