• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokê MHPê ji ber xelata Ehmed Kaya agir barand!

Gulan Media November 2, 2013 Nûçe
Serokê MHPê ji ber xelata Ehmed Kaya agir barand!
Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî bi tundî li dijî wê xelatê derket ku ji aliyê Serokomariya Tirkiyê ve pêşkêşî hunermendê kurd û wefatkirî Ehmed Kaya hatibû kirin, derket û bang li Serokomar Abdullah Gul kir, Ocalan û rayedarên PKKê yên li Qendîlê jî xelat bike!

Roja 28ê Cotmeha îsal ku di heman demê roja jidayikbûna hunermendê kurd û wefatkirî Ehmed Kaya ye, Xelata Çand û Hunerê ya Serokomariya Tirkiyê hêjayî mûzîk û hunera Ehmed Kaya hat dîtin.

Her çiqas ev xelat wek “lêborîna dewletê” ji Ehmed Kaya hatibe şirovekirin jî lê ev yek rastî nerazîbûna tund a Serokê partiya nijadperest a MHPê Devlet Bahçelî hat.

Li gorî medyaya Tirkiyê, Devlet Bahçelî li bajarê Kayserî (zêda serokomar Gul) di civîna endam û alîgirên partiya xwe de behsa xelata Serokomariyê kir û bi tundî êrişî Ehmed Kaya kir.

Bahçelî diyar kir ku ew xelat diviya bidana kesekî wisa ku xizmeta çand û hunera tirkî kiriye û wiha got: “Lê Serokomar ew xelat da kesekî ku herkes dizane ew endamê PKKê ye û stranan bo PKKê dibêje û hertim hewla perçekirina Tirkiyê daye…”

Serokê MHPê bang li Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul jî kir û wiha got: “Gelo tê Ocalan jî bikî namzedê Xelata Nobelê?”

Devlet Bahçelî ji Serokwezîr Erdogan jî ji ber hevdîtinên navbera dewlet û Ocalan û rayedarên PKKê de hêrs bû û wiha axivî: “Erdogan bi hevdîtinên digel Îmraliyê li dijî tirkan tekoşînê dike û xwîna turkmenên Kerkûkê nabîne lê ji bo yên ku li Misr û Xezê de tên kuştin, şînê dike.”
Top