Rojhilatê Kurdistanê li dijî bidarvekirina kurdan dest bi grevê dike
Li dijî bidarvekirina girtiyên siyasî û sivîl ên kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rêjîma îslamî ya Îranê, sibê (03.11.2013) li pirraniya bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê dike.
Komek çalakvan û kesayetiyên siyasî yên kurd jî bi daxuyaniyekê piştgirî dan vê çalakiyê. Li gorî wan çalakvan û siyasetmedarên kurd, bidarvekirina girtiyên kurd ên bi navên Hebîbula Gulperîpûr û Riza Îsmaîlî ku hefteya borî ji aliyê rêjîmê ve hatin bidarvekirin, di çarçoveya siyaseta giştî ya Îranê li hember Rojhilatê Kurdistanê de ye.
Bidarvekirina kurdan ji aliyê rêjîma îslamî ve di demekî de ku Tehranê bi pêşengiya Serokomar Hesen Rûhanî siyaseta vekirinê li hember rojava daye pêşiya xwe û ev yek di mijara kirîza etomî ya Îranê de tê dîtin.
Li gorî çavdêrên siyasî, ev nermbûna navbera Îran û welatên rojava de bûye sedema wê ku welatên rojava çavên xwe li hember zilma rêjîma îslamî ya li dijî kurdan û binpêkirina mafên mirov li Îranê bigirin.
Çalakvanên kurd di daxuyaniyê de bang li hemû hêz û partiyên kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê dikin ku piştgiriyê bidin greva giştî ya sibê.
Ji aliyekî din, Sekreterê Giştî yê Komeleyê Omer Îlxanîzade beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdawê bû û derheqê çalakiya sibê ya greva giştî li Rojhilatê Kurdistanê de axivî û ragihand, rewşa Rojhilatê Kurdistanê bo çalakiyeke wiha guncaw nîne lê ew hêvîdar in ku xelk tevlî vê çalakiyê bibin.
Di çalakiya greva giştî ya Rojhilatê Kurdistanê de dê derrabeyên dikanan bên daxistin her wiha hinek çalakiyên din bên lidarxistin.
