• Thursday, 12 February 2026
logo

Kurd li Mardînê dest bi xwepîşandaneke grseyî dike

Gulan Media November 2, 2013 Nûçe
Kurd li Mardînê dest bi xwepîşandaneke grseyî dike
Bi mebesta şermezar kirina çê kirina dîwaran li ser sînor gelê Kurd li Mardînê xwepîşandan dike.

Serokê şaredariya mezin ya Amedê Osman Baydemîr ragehand ku, îro civîna Serok Şaredarên BDPê li Amedê hatiye lidarxistin û di civîna han de biryar hatiye dayîn daku, di roja 7ê vê mehê de gelê Kurd li Mardînê dest bi xwepîşandaneke berfire bo şermezar kirina çê kirina dîwaran li ser sînor bike.

Osman Baydemîr herwiha eşkere kir ku, em dixwazên gelê me bi awayekî berfire piştgîriya greva Seroka Şaredariya Nusêbînê Ayşe Gokkan bike yaku, bi tenê serê xwe li dijî çê kirina dîwaran destpê kiriye.

Baydemîr di beşeke din ji axaftinên xwe de eşekere kir ku, di demekî de ku, di sed sala 21an de li ser hilweşandina sînoran giftûgo tê kirin, çê kirina dîwaran li ser sînor şermeke gelek mezine û ew bi tundî vê yekê mehkûm dikin.
Top