• Thursday, 12 February 2026
logo

Zincîreyek teqîn li Dûzxormato 40 kuştî û birîndar girt

Gulan Media October 31, 2013 Nûçe
Zincîreyek teqîn li Dûzxormato 40 kuştî û birîndar girt
Bi gotina berdevkê lîwaya 16 a hêzên pêşmerge neqîb Rêkewt Mihemed ku li derdora Dozxormatuyê hatine bi cî kirin, berya kêlîkekê du otombêlên bombekirî û bombek li ocaqa îmam Ehmed li bajarokê Dozxormatuyê hatin teqandin.


Berdevkê hêzên pêşmerge diyar kir ku herdu otombêlên bombekirî li pêşiya goştfiroşê Hîkme li nêzîkî taxa Eskerî hatine teqandin lê belê hejmara qurbaniyan heya niha nayên zanîn.

Li gor zanyariyan piştî teqandina herdu otombêlan xelkekî zor li cihê rûdanê kombûne û di wê demê de jî bombekî din hatiye teqandinê.

Neqîb Rêkewt amaje bi wê yekê jî da ku li gor zanyariyên destpêkê heya 4 welatî hatine kuştin û 36 kes jî birîndar bûne.

Xendan
Top