Serok Mesûd Barzanî bi vexwandineke fermî serdana Amerîkayê dike
Felah Mistefa bi daxuyaniyeke rojnamevanî de da zanîn ku, rêveberiya Amerîkayê bi fermî Serokê Herêma Kurdistanê vexwendiye ku serdana wî welatî bike û libarê rewşa asayîşa Îraqê de gotûbêj bikin.
Felah Mistefa got: “Kurd û Wîlayetên Yekbuyî Amerîka hevpeyman in.”
Sebaret bi serdana serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî Felah Mistefa got: “Tirkiyê hevbeşekî stratejî ya Kurd e armanca serdana Nêçîrvan Barzanî bo Enqerê bo goftûgokirina guhertinê dawiyê li ser astê navçeyê ye.”
Bi gotina Mistefa, “Enqere û Hewlêrê du aliyên hevahegin di piraniya biwaran de û meseleya hevahengiya li gel Tirkiyê karekî giring e.”
Di bareya rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de jî Felah Mistefa got: “Em dixwazin ezmûna Herêma Kurdistanê şewazek bêt bo çareseriya qeyrana Sûriyê.”
Xendan
