TOTAL ragihand ku kêlgeyeke mezina neftî li Herêma Kurdistanê vedîtîye
Li gor nûçeya ajansa Roytêrz (Rueters), îro pêncşembe 31/10/2013 mezine kompanîya neftîta TOTAL a Fransayî beyannameyek sebaret bi vedîtina kêlgeyeke mezina neftî li Herêma Kurdistanê belav kiriye.
Li gor zanyarîyên Roytêrzê Arnod Briyolak birêveberê cîbicîkar kompanîya TOTAL di evê beyannameyê de ragihandiye:´´ kêlgeyeke nû û mezina neftî li Herêma Kurdistanê hatiye dîtin ku rêjeyeke zêde ya neft û gaz tê de heye û ewe jî handerê me ye ji bo dirêjîdan bi kar û şalakîyên xwe li Herêma Kurdistanê û belgeyeke jî li ser serkevtîbûna stratejîya me bo dahatûya evê nawçeyê.´´
Herwiha di evê beyannameyê de TOTAl ragihandiye:´´ encamên sê taqîkirinan li ser bîrên neftî nîşan da ku ev kêlgeya nû ya neftê dikare rojane di navbera 32 hezar heta 39 hezar bermîl neft berhem bihîne û herwisa dikare rojane 20 heta 30 miliyn metr3 gazê jî berhem bihîne.
