NY û hikûmeta Kurdistanê peymanek îmze kirin
Îro li Hewlêrê di navbera wezareta plandanan ya hikûmeta Kurdistanê û nivîsgeha karûbarên pêgehandina mirovan ya li Îraqê de bi mebesta bidest xistina armancên steratejîkî yên sala 2020an li Kurdistanê de peymanek hate îzmekirin.
Li gorî vê peymana han mekanîzma ku, tê damezrandin bernameyek pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê dike daku, Kurdistan bikarêbe fêde ji ezmûna NY werbigire û bernameyên xwe yên pêgehandinê bi başî cîhbicîh bike.
Li gorî peymana ku, hatiye îmzekirin vê mesrefên darayî yên cîhbicîhkirinê ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve werin dabînkirin û bernameya han jî bi hevbeşiya hikûmeta Kurdistanê û NY were cîhbicîhkirin.
Biryare sala 2014an dest bi cîhbicîh kirina bernameya han were kirin û 20 projeyên destpêkê yên vê bernameyê taybetin bi çendîn warên pêwîst ku, hikûmeta Kurdistanê pêdeviya xwe bi wan heye.
