Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Em ji xelkê Kurdistanê re radigihînîn ku bingeha wê nûçeyê ji rastiyê dûre û tenê bi armanca veşartina pêvekîtiya PYD ya ji bo rejîma Suriyê ye û li demek de peywendiya di navbera YPG û artêşa rejîma Suriye wekî rojê ronak diyare û hemû xelkê Kurdistanê dizanin li her şerek ku PYD dike bi piştevanî û hevkariya raste rasta artêşa Suriyê li gel daye.
Peyama zelala gelê Kurdistanê ji bo PYD eweye ku madem şerm li îradeya gelê xwe nakin û tirsa we ji xwedê û gel nemaye û hemû armanca we bûye xizmetkirina dagîrkeran, êdî her çi dixwazin bibêjin û bikin.
Çavkaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
31/10/2013
