• Thursday, 12 February 2026
logo

Îspaniya bi 30 kompaniyan beşdarîyê di pêşangeha Îraq Pirojekt de dike

Gulan Media October 31, 2013 Nûçe
Îspaniya bi 30 kompaniyan beşdarîyê di pêşangeha Îraq Pirojekt de dike
Sîrwan Baban wezîrê çandiniyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê, digel şendeyeke bazirganên Îspaniyayê bi serokatiya Ayzak Martin rêvebirê giştiyê desteya bazirganên Îspaniyayê kir.


Di destpêka civînê de, Sîrwan Baban behsa pilan û pirojeyên wezareta çandiniyê yên di warê cuda de yên ku, bi hevkariya kompaniyên navxwe û biyanî encam dane kir. Baban daxwaz ji şandeya bazirganên îspaniyayî kir ku, serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê weke derfeteke ji bo peydakirina pirojeyên sermayerazandinê bikar bînin.

Wezîrê çandiniyê di axaftina xwe de îşret bi pilanên stratejîk yên wezaretê da û got ku, kompaniyên Îspaniyayê dikarin beşdariyê di pirojeyên wezaretê yên di warê pêşxistina zîraeta Kurdistanê de bikin, Kurdistanê jî dikare sud ji şarezayî, amêr û teknîka nû werbigire.

Ji aliyê xwe ve, rêvebitê desteya bazirganên Îspaniyayê got ku, rewşa herêma Kurdistanê gelek aram û biîstîqrar e, di warên cuda de pêşkeftinên mezin çêbûne û kompaniyê Îspaniyayê jî dikarin sud ji derfetên Kurdistanê werbigirin û beşdariyê di pirosesa avadankirina Kurdistanê, bi btaybetî di warê zîraetê de, bikin.

Weke tê zanîn Îspaniyayê bi 30 kompaniyan beşdarî di pêşangeha Îraq Pirojekt de dike ku, berî du rojan li bajarê Hewlêrê hatiye vekirin.
Top