Berpirsê siyaseta derveya Kurdistanê: Xalên heveşên dîrokî di navbeta Bosniya-Herzegovina û Kurdistanê de hene
Di dîdarekê de ku, Suham Cebelî alîkara berpirsê têkeliyên derve amade bû, wezîrê enerjî û pîşesaziyê yê Bosniyayê xwesteka welatê xwe ji bo pêşxistina têkeliyên di warê aborî û bazirganî de bi herêma Kurdistanê re nîşan da.
Terholî behsa kar û xebatên hijmareke kompaniyên welatê xwe kir ku, dikarin beşdariyê di binyatdanan herêma Kurdistanê de bikin kir û got ku, ev du sale li ser hev ew beşdariyê di pêşangeha Îraq Pirojekt de li Hewlêrê dikin.
Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di axaftina xwe de behsa aliyên hevbeşên navbera Bosniya û Kurdistanê de kir û got: ”Me her du welatan tecrûbeyeke tehil heye û çend xalên hevbeş ên dîrokî di navbera me de hene, ji berhindê dikare li ser esasekî baş peywendî di navbera me de bên girêdan.”
Mistefa behsa siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê berfirehkirina bazineyê têkeliyan bi cîhana derve re kir û hêvî kir ku, Bosniya-Hersegoveniya bikare di warê siyasî, aborî, kulturî û rewşenbîrî têkeliyan digel herêma Kurdistanê bibe qonaxeke pêşkevtî.
