• Thursday, 12 February 2026
logo

Serdana Nûrî Malikî bo Amerîkayê

Gulan Media October 31, 2013 Nûçe
Serdana Nûrî Malikî bo Amerîkayê
Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqa federal di çarçoweya serdaneke fermî de îro çarşembe gihîjte Waşington a paytexta Wîlayetên Yekgirtîyên Amerîkayê. Serdana Malikî li ser daxawza Amerîkayê bûye û dê 2 rojan berdewam be. Mijara rêkevtina stratejîka navbera Bexdad-Waşington û kirîna çek, rûbirûbûna terorê û kirîza Surîyê serekîtirîn bernameyên dîdara Nûrî Malikî bo AMerîkayê ne.


Li gor jêderên nûçeyan, Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqa federal îro çarşembe 30/10/2013 bi serokatîya şandeke berpirsên pile bilindên hikûmeta Iraqê gihîjte Amerîkayê. Biryar wiha ye ku Nûrî Malikî li gor bernameya evê serdana xwe, li gel berpirsên Amerîakyî û ji wan Josef Baydin cîgirê serok û Barak Obama serokê Amerîkayê dîdar bike.

Malikî pêş destpêkirina serdana xwe berev Amerîakyê li firokexaneya Bexdadê di konfranseke rojnamevanî de basa armanc û bernameya serdana xwe kir û ragihand, ku yek ji armancên serdana wî cîbicîkirina xalên rêkevtina stratejîka navbera Bexdad û Waşingtonê ye. Malikî herwis aragihand, ku pirsa rûbirûbûna bi terorîsmê re û rêke çareyên dawî anîna bi kirîza Surîyê mijarên dinên guftûgoyên wî û berpirsên Iraqî li gel berpirsên Amerîkayî ne.

Pêştir jî Meryem Rîs şêwirmenda siaysîya Nûrî Malikî ragihandibû, ku pirsa vedîtina rêke çareyek bo derbaskirina Iraqê ji kirîza ewlehî û herwisa kirîna çek, weke mijarên serekîyên dîdar û guftûgoyên Malikî û berpirsên Amerîkayî dibin.

Biryar wiha ye serdana Malikî bo AMerîka du rojan berdewam be û roja pêncşembe li gel Josef Baydin cîgirê serokê Amerîka dîdar bike û roja paştir li gel Barak Obama serokê Amerîkayê kom bibe.

Şêwirmenda Nûrî Malikî herwiha ragihandiye, ku di evê serdanê de Hûşyar Zêbarî wezîrê derveyê Iraqê, Seidûn Dilêmî wezîrê bergirîya Iraqê û çend parlemanter hevrêtîya serokwezîrê Iraqê dikin.
Top