• Thursday, 12 February 2026
logo

Esîl Nocêfî: Ji dest terorê bêzar bûne

Gulan Media October 31, 2013 Nûçe
Esîl Nocêfî: Ji dest terorê bêzar bûne
Parêzgarê Mûsilê dibêje ji êrîş û kiriyarên terorîstî bêzar bûne.

Parêzgarê Mûsilê Esîl Nocêfî ragehand ku, rewşa ewlekariya parêzgehê gelek aloze û kiriyarên terorîstî rojbiroj zêdetir dibin.

Esîl Nocêfî eşkere kir ku, êrîşên ser Kurdên Şebek jî beşikên ji kiriyarên terorîstî yên ku, li dijî Suneyan tên encamdan.

Nocêfî di beşeke din ji axaftinên xwe de anî ziman ku, hin welat û alî ji derveya Îraqê di warê madî de piştgîriya teror û terorîstan dikin û di warê madî de her cure îmkan û derfetek pêşkêşî terorîstan dikin lewre tenê bi bikaranîna hêzên leşkerî ewlekariya welat nayê parastin.
Top