• Thursday, 12 February 2026
logo

Beşar Esed cîgirê kurd ê serokwezîrê Surîyê ji kar havêjt

Gulan Media October 29, 2013 Nûçe
Beşar Esed cîgirê kurd ê serokwezîrê Surîyê ji kar havêjt
Duh 29/10 serokê Sûriyê Beşar Esed bi fermaneke serokayetiyê cîgirê serokwezîrê Sûriyê bo karûbarên aboriyê Qedrî Cemîl ji kar avêt.

Di fermana Beşar Esed de hatiye ku jiber ne amadebûna cîgirê serokwezîrê yê karûbarê aborî Dr. Qedrî Cemîl li ser karê xwe bi bê ruxest û ne rawestandina li ser erkê xwe di karûbarê aborî de ji postê wî hate efu kirin.

Herweha di fermana Esed de hatiye diyar kirin ku di ev şert û mercên zehmet ku welat têre derbas dibe li şûna ku li ser karê xwe bisekine çûye derveyî welat û bi bê agahdariya hikûmetê hin hevdîtin encam daye û karê xwe yê dazgehî û pêgeha giştî ya dewletê binpê kiriye.

Hêjayî gotinê ku her duh 28/10 Qedrî Cemîl bi daxuyaniyekê li gel ajansa Rûsî (Îtar Tasê) ragihand ku ew bi şandeke wezareta derveya Amerîkayê re civiyaye û di hevdîtinê de li ser giringiya lidarxistina Cinêv 2 gotûbêj kirine .

Qedrî Cemîl di daxuyanîya xwe de ya bi Îtar Tasê re herwiha bal kişandiye li ser ewê yekê jî ku hevdîtina wî li gel aliyê Amerîkî nîşana pêşkevtina helwesta Waşingtonê li hember Surîyê ye ku zêdetir ji rastîyan nêzîk dibe û Amerîka ji ewê yekê ditirse ku berdewambûna rijandina xwînê li Sûriyê , bandoreke xirab li ser navçeyê û cîhanê bi tevahî heye.
Top