Hêzên PYDê deriyê sînor daxistine
Îro wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê ragehand ku, hêzên çekdar yên PYDê deriyeke sînor ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de daxistine û rê nadin ti hevkariyek bigehêje Rojavayê Kurdistanê.
Wezareta navxwe eşkere kiriye ku, di mehên derbasbûyî de ji bi ti awayî ew sînor ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve nehatiye daxistin û hertim bo gehandina hevkariyan vekirî bûye lêbelê hêzên çekdar yên PYDê ew sînora han daxistine
