• Thursday, 12 February 2026
logo

Wezareta pêşmerge: Hewlêr û Bexdad hêşta li ser sê xalan nakokin

Gulan Media October 29, 2013 Nûçe
Wezareta pêşmerge: Hewlêr û Bexdad hêşta li ser sê xalan nakokin
Wezareta pêşmergeya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ku di navbera Hewlêr û Bexdadê de ji ewan xalên ku bo proje û plana karên hevbeş di navbera wezareta pêşmerge û artêşa Iraqê de rêkevtin li ser hatibûn kirin, sê xalên nakok dimînin.


Şandeke wezareta pêşmergeya hikûmeta Herêma Kurdistanê ku berî du rojan bi mebesta guftûgokirin li ser plana karkirina hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdadê de bo îdarekirina nawçeyên Kurdistanîyên derveyê îdareya hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana paytexta Iraqa federal kiriye, ew yek aşkira kiriye, ku nakokîyên navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û desthilatdarîya Iraqa federal li ser çend xalên giring hêşta berdewame.

Sekreterê giştîyê wezareta pêşmerge Cebar Yawer di evê bareyê de ragihandiye:´´ em her du alî di kombûnan de gihîjtîne rêkevtinekê li ser giringtirîn karkirina hevbeş, lê heta niha sê xal mane ku em li ser bigihîjin rêkevtinê.´´

Li gor daxuyanîya Cebar Yawer qezaya Dûzxormato ya ser bi parêzgeha Selahedîn ve jî dê di çarçoweya plana karê hevbeş ên di navbera wezareta pêşmerge û wezareta bergirîya Iraqê de be.
Top