• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û wezîrê enerjî yê Bosnayê civiyan

Gulan Media October 29, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û wezîrê enerjî yê Bosnayê civiyan
Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya wezîrê enerjî yê hikûmeta Bosnayê Erdal Tirholî kir.

Duh li Hewlêrê Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê enerjî yê hikûmeta Bosnayê Erdal Tirholî kir û di civînê de her du alî amadebûna xwe bo bihêztir kirina peywendiyên abûrî û bazirganî yên di navbera Kurdistan û Bosna de diyar kirin.

Di beşeke din ya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê enerjî yê Bosnayê behsa xalên hevbeş yên di navbera gelê Kurd û gelê Bosnayê kirin û ragehand ku, her du welatên Kurdistan û Bosna di warê dîrokî de xwedan xalên hevbeşin û her du welat rastî şer û aloziyên curbicur hatine û piştî wan aloziyan karîne careke din rabin û dest bi prosesa awedan kirinê bikin.

Wezîrê enerjî yê hikûmeta Bosnayê behsa kar û çalakiyên kompaniyên Bosnî yên ku, di warê elektirîkê li Kurdistanê de kar dikin kir û ragehand ku, Bosna di warê elektirîkê de xwedan ezmûne û dikare xizmeteke baş pêşkêşî Kurdistanê bike.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hembe kar û çalakiyên wan kompaniyan diyar kir û ragehand ku kiwalîteya karên wan kompaniyan gelek başe lewre hikûmeta Kurdistanê jî her cure hevkarî û karasanî pêşkêşî wan kompaniyan dike.

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha piştgîriya xwe ji bo vekirina nuneratiya Bosna li Kurdistanê diyar kir.

Di beşeke din ya vê civîna han de peywendiyên navbera Kurdistan û welatên cîran, rewşa deverê, peywendiyên Bosna yên bi cîranên xwe re hatin nîqaşkirin.
Top