Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li rêya telefonê peywendiyê bi Serok Barzanî re kir
Li vê peywendiya telefoniyê de bi awayeke giştî li ser pêvajoya siyasî û emniya Iraqa Federal rawestiyan û her wiha di derbarê yasaya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqa Federal danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li vê peywendiya telefonî de her dû alî li ser peydakirina çareseriyê ji bo kêşe û qeyranên Iraqê hevrebûn û her wiha geşkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka de li peywendiyên berdewam de bin.
