Serokwezîrê Kurdistanê serdana Tirkiyeyê dike
Li gor agehiyên taybetî Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan davetnameyeke fermî ji Serokwezîrê Kurdistanê re şandiye û daxwaz jê kiriye daku, serdana Tirkiyeyê bike.
Çavkaniyek ji civata wezîran eşkere kir ku, di dawiya vê hefteyê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyeyê dike û bi her yek ji wezîrê Derve û Serokwezîrê Tirkiyeyê re dicive û di wan civîn û hevdîtinan de çendîn babetên girîng bi taybetî peywendiyên abûrî û bazirganî yên di navbera her du aliyan de tên gotûbêjkirin.
