Efrîn: 4 gund ketin destê çekdarên îslamî
Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, li rojhilatê başûrê Efrînê şer û pevçûn di navbera hêzên YPGê û çekdarên rêxistina îslamî ya Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê dest pê kiriye.
Hat gotin, çekdarên îslamî yên radîkal 4 gundên Efrînê yên bi navê Meryemîn, Kifirmize, Dênê û Cilbirrê xistine bin kontrola xwe. Hat zanîn, gundên han 14 km dûrî bajarê Efrînê ne.
Peyamnêrê Rûdawê ragihand, heta niha nayê zanîna ka çiqas kuştî û birîndarên her du aliyên şer heye lê YPG ji welatiyên wê deverê dixwaze çekan hilbigirin û li dijî komên çekdarên îslamî şer bikin.
Ev şer û pevçûn di demekî de ku YPGê îro ragihand, hêzên wan karîne di nav 4 rojan de bajarê Til Koçer ê hevsînorê bajarê Mûsil ê Iraqê bixin bin kontrola xwe.
Rudaw
