Solîn hacadur serdana mezara Nemiran kir
Di berdewamiya serdanên welatiyên Kurdistan û biyanî de bo ser mezara Nemiran ya li Barzanê Duh Rojnamewana Kurd Solîn Hacadur û heyeteke pê re ku, ji herêma Keteloniya ya Îspaniyayê hatibûn Kurdistanê serdana mezara Nemiran ya li Barzanê kirin û ji aliyê nunerê Serok Barzanî Xelat Barzanî ve hatin pêşwazîkirin.
Pişt re heyet deste golek li ser mezarê danî û peyvek pêşkêş kir û behsa rol û têkoşîna Nemiran ya bo azadî û bidest xistina mafên reva yên gelê Kurd kir.
