• Thursday, 12 February 2026
logo

Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Gulan Media October 27, 2013 Nûçe
Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Piştî nîvroya doh şemî 26/10/2013 li bajarê Silêmanî xwediyê Grupa Kompanyayên Nalia, Şahsiwar Ebdulwahîd ji aliyê kesên nenas ve bi gulle êrîş li ser kirine û ew birîndar kirine.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê gelek bi tundî wê êrîşkirinê şermezar dikîn û daxwaz ji dezgehên asayîş û polîs dikîn ji bo peydakirina êrîşkaran û radestkirina wan bi Dadgehên Kurdistanê zêdetir hewl bidin bo ku yasa rêrewa xwe bigrê.

Hêviya başbûneke bi lez jî ji bo xwediyê grupa kompanyayên Nalia dixwazîn.

Dr. Umêd Sebah

Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê

27/10/2013
Top