• Thursday, 12 February 2026
logo

Wezareta Navxwe: PYDê bi alîkariya rejîma Sûriyê xwe li ser Rojava ferz kiriye

Gulan Media October 27, 2013 Nûçe
Wezareta Navxwe: PYDê bi alîkariya rejîma Sûriyê xwe li ser Rojava ferz kiriye
Wezareta Navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bersiva Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê Salih Mislim da ku gotibû “Yên sînor girtine, ewê wan terbiyet bikin.”

Wezareta Navxwe di daxuyaniya xwe de got “Di çend salên borî de sînor li ber kesên wek Salih Mislim vekirî bû û ji ber vê yekê jî herêma Kurdistanê rastî gelek pirsgirêk û gefan hat.”

Di daxuyaniyê de hatiye “Tevî hemû pirsgirêkan, birêz Serokê herêma Kurdistanê rewşa Rojava dişopand û hewl da alîkariya hêzên kurdî yên Sûriyê bike ji bo ku wan di bin sîbereke neteweyî de kom bike û kurd di wî beşê Kurdistanê de bibe xwedî gotareke hevpar, ev yek jî di çarçoveya rêkeftina Hewlêrê de.”

Wezareta Navxwe herwiha got “Lê PYDê sûd ji wê rêkeftin û hêsankariyan girt û di heman demê de bi alîkariya rejîma Sûriyê bi darê zorê û çek û kuştinê xwe li Rojava ferz kir û rê li hêzên din yên kurdî girt.”

Wezareta Navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de bal kişand ku wan gelek alîkariya Salih Mislim kiriye û ew şandine derve û wiha got “Lê daxuyanî û helwestên wî yên ne di cî de derketine ji acendeya neteweyî û yekîtiya gotara kurdî û bi aşkere dikeve xizmeta rejîmê.”

Di dawiya daxuyaniyê de, Wezareta Navxwe bang li PYDê kir û got “Destpêkê divê PYDê tawanên xwe derheqê gelê kurd bişon û xwe terbiyet bikin, piştre behsa terbiyeta Başûr bikin.”

Duh jî, Berpirsê dosyeya Sûriyê di Serokatiya herêma Kurdistanê de Dr. Hemîd Derbendî daxwaz ji Hevserokê PYDê Salih Mislim dike “Biçe bi xwe fêrî terbiyetê bibe û pey re daxwaz bike derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.”

Ev karvedanên tund piştî wê yekê hatin ku Hevserokê PYDê Salih Mislim di vîdyoyekê de, bêy ku navê Başûrê Kurdistanê bîne ziman, dibêje “Dixwazin di rêya girtina sînoran re me terbiyet bikin, lê bila baş zanibin emê wan terbiyet bikin”.

Di çend rojên borî de, Hevserokê PYDê Salih Mislim daxwaz kiribû ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, lê daxwaza wî nehat qebûlkirin û nehêştin derbas bibe.

Rudaw
Top