Şandeya Pêşmerge çû Bexdayê
Li gor daxuyaniyeke sekreterê emîndarê giştî yê wezareta pêşmerge, mebesta vê serdanê biryardan e li ser projeyeke asayişa hevbeş ji bo baştir kontrolkirina rewşa ewlehî li navçeyên cihê nakokiyê li parêzgehên Diyala, Kerkûk, Mûsil û Tekrît.
Rêveberê ragihandina hişyarî û rewşenbîrî li wezareta pêşmerge, Emîd Helgurd Hikmet ji Rûdawê re ragihand ku mebest ji vê serdanê guftûgokirina dosyeyên di navbera wezareta bergirî ya Iraqê û wezareta pêşmerge de ye.
Rudaw
