Artêşa Tirkiyê dixwaze rê li ber endamên PYDê bigire
Serokerkaniya artêşa Tirkiyê bi hînceta çûn û hatinên endamên partiya PYDê û Yekîneyên Parastina Gel yên girêdayî wê partiyê, ji Wezareta Bergiriyê xwest ku deriyê sînorî yê Dirbêsiyê bê girtin.
Li gor rojnameya Huriyet a Tirkî, Serokerkaniya Tirkiyê gotiye “Hêzên ser bi PYDê ve di bin navê hemwelatiyên Sûriyê yên ku di şerê navxweyî de birîndar bûne, di deriyê sînorî yê Dirbêsiyê re serbest diçin û tên”.
Deriyê Dirbêsiyê piştî derbeya leşkerî sala 1980yan de ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatibû girtin, lê piştî ku rewşa Sûriyê tevlîhev bû, ew derî berî 4 mehan li ber penaberên Sûriyê hate vekirin.
Rudaw
