Edhem Barzanî: Ti gelek bêyî welat û ax nikare bimîne
Endamê desteya Serokatiya partiya demokarata Kurdistanê Şêx Edhem Barzanî li ser pêgeha xwe ya li facebookê peyamek belav kiriye û nivîsandiye: Ti gel û neteweyek nikarin bêyî welat û ax bin.
Şêx Edhem Barzanî eşkere kiriye ku, pêştir bi nava gotara siyasiya Kurd û li her derê Kurdistanê de diroşmeyeke bihêz hebû û ew diroşmeya han dibû sedema bihêz kirina rihê welatparêzî û neteweperweriya gelê Kurd, ew diroşmeya han diroşma (( yan Kurdistan an neman )) bû.
Edhem Barzanî dibêje: Mixabên tiştêk ku, niha tê dîtin ewe ku, ew diroşma han di nava gotara siyasiya Kurd û ragehandina Kurdî de hatiye jibîrkirin.
Edhem Barzanî di beşeke din ya peyama xwe de eşkere kiriye ku, eger em weke gelê Kurd ji bo welatê xwe yaku, di navbera 4 dewletan de hatiye dabeşkirin amadeya fedakarî bibin vê demê vê çi ji ax û welat bo me bimîne?
Tiştê ku, niha tê dîtin lawazbûna hestên netewiye, gelo ji bilî hestên me yên netewî tişteke din heye ku, hana me bide bo parastina ax û welatê xwe?
