• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokê HDPê: BDP beşdarî hilbijartinên giştî nabe

Gulan Media October 24, 2013 Nûçe
Serokê HDPê: BDP beşdarî hilbijartinên giştî nabe
Serokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Yavûz Onen, diyar kir ku BDP beşdarî hilbijartinên giştî yên Tirkiyê nabe û dê tenê beşdarî hilbijartinên herêmî bibe. Onen her wiha da zanîn, dê di kongreyê de 4 parlamenterên BDPê jî tevlî HDPê bibin.

Li gorî nûçeya Ajansa Andolu (AA), Serokê Giştî yê HDPê Yavûz Onen diyar kir ku ew dê roja yekşema bê (27ê Cotmehê) li Paytexta Tirkiyê Enqerê, yekemîn kongreya xwe li dar bixin û da zanîn, di kongrê de dê jibilî 75 endamên damezirêner, rêberên partiyê yên bajaran jî beşdar bibin.

Yavûz Onen ragihand ku nîvê delege û berpirsên HDPê dê jin bin û wiha anî ziman: “Jixwe me plan kiribû em di heyama salekê de xwe di 81 parêzgehan de birêxistin bikin lê li hinek cihan ji ber ku hejmara jinan kêm bû me xebatên wan deveran paş xist ji ber wê jî me nekarî em di hemû parêzgehan de xebatên xwe biqedînin.”

Li gorî Onen, wan kariye xwe di 61 bajar, navçe û deverên Tirkiyê de birêxistin bikin û ev jî rê dide wan ku beşdarî hilbijartinan bibin.

Derheqê şêwaza beşdariya hilbijartinan de jî Serokê Giştî yê HDPê eşkere kir ku dê di hilbijartinên herêmî yên Adara 2014an ên Tirkiyê bi BDPê re beşdar bibin lê di hilbijartinên giştî yên Hezîrana 2015an de dê bi tenê xwe beşdar bibin û hemû namzed dê ji HDPê bin û di hilbijartinên herêmî de jî HDP dê di 60 bajar û BDPê jî di 21 bajaran de namzedên xwe destnîşan bike.

Yavûz Onen her wiha ragihand ku di kongreya 27ê Cotmehê ya HDPê de 4 parlamenterên BDPê (Sirri Sureya Onder, Sebahet Tûncel, Ertugrul Kurkçû û Levent Tûzel) dê tevlî HDPê bibin.

Onen diyar kir ku hemû kes û qatên civakê dikarin xwe di partiya wan de bikin namzed û wiha axivî: “Deriyê me ji hemû kes û qatên civakê re vekirî ye. Em ti ferq û cudahiyê naxin navbera nasnameyên etnîkî, olî, zimanî û heta regezî. Çimkî kesên homosêksuel û transeksuel jî dikarin bibin namzedên hilbijartinan.”

Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê roja 30ê Adara 2014an, hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Tirkiyê Hezîrana 2015an û hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê jî Tebaxa 2015an tên sazkirin.

HDP par hat avakirin û wek “baskê BDPê yê derveyî Bakûrê Kurdistanê” tê binavkirin.

Rudaw
Top