CHPê dê ji kurdan re bêje: Pakêta me ji ya AKPê baştir e
Li gorî medyaya Tirkiyê, bi fermana Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, deh parlamenter û deh endamên meclîsa CHPê dê bo ku dilê kurdan ji CHPê razî bikin, dê hefteya bê serdana Bakûrê Kurdistanê bikin.
Li gorî agahiyan, şandên CHPê dê li bajarên Amed, Colemêrg, Wan, Agirî, Mûş, Şirnex, Îdir,Pasûr,Çewlik, Dîlok,Riha, Sêrt, Malatya,Erzincan, Mêrdînê û Qersê bigerin û ji kurdan re bêjin ku “Danezana Azadî û Demokrasiyê” ya CHPê ji “Pakêta Demokrasiyê” ya AKPê “gellekî pêşketîtir û baştir e”.
Tê gotin, di pakêta CHPê de ku ji 25ê bendan pêk hatiye, perwerdeya zimanê dayikê û hilweşandina sîstema cerdevaniyê jî heye.
Pakêta Demokrasiyê ya Hikûmeta AKPê 30ê îlona îsal ji aliyê serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Receb Tayîb Erdogan ve hatibû eşkerekirin. Di pakêtê de bi awayekî rastesrat behsa perwerdeya bi zimanê dayikê nehatibû kirin lê hatibû gotin, yên ku bixwazin dikarin di dibistanên taybet de bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin. Ev jî rastî nerazîbûna kurdan hatibû.
Rudaw
