Êrişa terorîstan bo ser Dûbiz; efserkê asayişê şehîd bû û 2 kes jî birîndarin
Efserê bi pileya neqîb Ferhad Heme Elî berpirsê ragihandina asayişa Kerkûkê di ebê bareyê de ragihand, ku duh demjimrê 09:00 şev terorîstan bi hawen êrişî navenda bajarê Dûbiz kirin û di encam de efserkî asayişê bi navê Es´ed Ebûbekir gîyanê xwe ji dest da û 2 kesên din jî birîndar bû ku yek ji wan kurê heman efserî ye ku şehîd bûye.
Heme Elî herwiha got:´´ terorîstan li derdorê 4 guleyên hawen bi şêweyeke bê armanc asateyê nava baajr kirine û yek ji guleyan di nava bazar û ewên din jî di nava malan de kevtine.´´
Herwiha amaje bi ewê çendê da ku hêzên ewlehîyê dest bi lêkolînê kirine û hewl didin ku encamderên evê êrişê bigrin.
Qezaya Dûbiz jî devereke Kurdistanî ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ye û girifta vegerana wê bo ser îdareya Herêma Kurdistanê gerek li gor madeya 140 a destûra Iraqa federal û birefrandonê bihê çareserkirin.
