• Thursday, 12 February 2026
logo

Bayik: AKPê ev pêvajo bidawî anî

Gulan Media October 24, 2013 Nûçe
Bayik: AKPê ev pêvajo bidawî anî
Cemîl Bayik ragihand ku AKP pêvajoya aşitiyê diqedîne û divê bedela vê jî bide.

Hevserokê Desteya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik destnîşan kir ku nêzîkatiya hikûmeta AKPê ya li hemberî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û dijminatiya wê li dijî Rojavayê Kurdistanê, tê wateya ragihandina şer.

Bayik di daxuyaniyeke nivîskî de ku rojnameya Yenîozgur Polîtîkayê weşandiye got:“ Erdogan gotibû, kî pêvajoyê biqedîne dê di bin de bimîne, wê demê AKPê vê pêvajoyê diqedîne û divê bedela vê jî bide”.

Cemîl Bayik diyar kir :“Di axaftinên Erdogan de tê fêmkirin ku ti niyeta wî nîne ku pirsgirêka Kurd çareser bike û ev firsendên ku ev saleke hatiye dayîn bi erzanî ji bo berjewendiya partiya xwe derbas kir”.

Bayik da zanîn ku `Erdogan ji ber ku bedela siyasî ya qedandina pêvajoyê heye nabêje ev pêvajo bidawî bûye`.

Rudaw
Top