• Thursday, 12 February 2026
logo

´´Kurdistan û Japon gelek hevbeşî bi hev re hene´´

Gulan Media October 24, 2013 Nûçe
´´Kurdistan û Japon gelek hevbeşî bi hev re hene´´
Komeleya dostatîya Japon-Kurdistan di dirêjîya geşta xwe ya bo Herêma Kurdistanê de serdana parêzgeha Silêmanyê kir û li gel parêzgarê Silêmanîyê civîya. Komeleya dostatîya Japon-Kurdistan ragihand, ku armanca serdana wan bo Kurdistanê, geşedan bi hevkarîyên Japon bo Kurdistanê û hewldan bo vekirina nûneratîyê di her du welatan de û rakêşana serinca kompanîyên Japonî bo ser Herêma Kurdistanê û encamdana weberhênanê li Kurdistanê ye.


Komeleya dostatîya Japon-Kurdistan di berdewamîya geşta xwe ya bo Kuridstanê de, duh roja çarşembe 23/10/2013 serdana parêzgeha Silêmanîyê kir û ji alîyê Behroz Muhemed Salih parêzgarê Silêmanîyê ve hate pêşwazîkirin.

Di evê dîdarê de komeleya dostatyîya Japon-Kurdistan basa armanca serdana xwe bo Herêma Kurdistanê kir û xuya kir, ku armanca serdana wan ewe ye ku hevkarîyên Japonê bo Kurdistanê zêdetir bikin û herwiha bo hewldana bo vekirina nûneratîya her du welatan (Japon û Kurdistan) û anîna kompanîyên Japonê bo encamdana weberhênan li Kurdistanê ye.

Parêzgarê Silêmanîyê jî di hember de supasîya hewldanên komeleya dostatîya Japon-Kurdistan kir bo baştirkirina peywendîyên navbera Herêma Kurdistanê û Japonê û tekezî li ser baştirkirina peywendîyan kir. Behroz Muhemed Salih herwiha got:´´ em û Japon di sedsala bihorî de, me bîrewerîyên hevbeş hene di zulmê û jenosaydê de, hevdem di helmeta avedankirina piştî şer jî de me hevbeşî heye. Di dema niha de em pêngav dihavêjîn berev ewê çendê ku welatê xwe piştî şer avedan bikin û me aborîyeke bihêz hebe.´´

Parêzgarê Silêmanîyê dilgiranîya xwe jî nîşan da li beramber ewê çendê ku amadeyîya kompanîyên Japonî li Herêma Kurdistanê di asteke pêywîst de nîne û hevdem berovajî welatên Rojavayî, nûneratîya Japonê di Kurdistanê de heta niha jî nîne û ew yek bi kêmasî zanî û daxwaz kir ku hewl bihê dan nûneratî û konsûlxaneya Japonê li Kurdistanê bihê vekirin û tekez jî kir, ku Kurdistan dê hemû hêsankarîyekê li gor qanûna weberhênanê bo kompanî û weberhênerên bîyanî bo kompanîyên Japonî bike.
Top